Rejîma Îranê santrîfiyûja cora IR6 ku 10 beranberî IR1ê şiyana meyandina Uraniyomê heye, damezirandiye û biryar e ku hezar alavên din yên santrîfiûjên cora IR6 jî damezirîne.
Roja Înê 26ê Adarê, Serokê Komîsiyona Ewlehiya Netewî û Siyaseta Derve yê meclîsa rejîma Îranê, “Mucteba Zulnûr” îdia kiriye, ku bisporên navkî yên Îranê di heyamê Newrozê de santrîfîyûjên ku biryar bû di binkeya navkî ya Netenzê de damezirînin, di wî heyamî de damezirandine .
Herwisa navbirî îdia kiriye: “Hezar santrîfiyûjên cora IR2M ku hatine damezirandin lêdana gaza “Uranium Hexafluoride” bi wan dest pê kiriye û yekem santrîfiyûja cora IR6 hatiye damezirandin ku şiyana berhemanîna Uraniyoma meyandî ya Îranê dê 10 beranber zêde bike”.
Herwisa wî berpirsê rejîma Îranê îda kiriye, ku biryar e hezar alavên santrîfiyûj ên cora IR6 bêne damezirandin ku karê danîna wan di binkeya navkî ya “Netenz”ê de dest pê kiriye”.
Herwisa “Mucteba Zulnûr” îdia ku: “Di demeke nêz de, sûlava santrîfiyojên cora IR4ê dê dest bi kar bikin ku bi qasî 5 heta 6 “Sû” şiyana meyandina Uraniyomê hene.
Şiyana meyandina Uraniyon li santrîfiyûjên IR6, 10 “Sû” ye ku yekem sûlava vê alavê jî hatiye damezirandinê, 10 beranberî IR1 şiyana meyandinê heye.