Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê sebebkarê belavbûna Korona yê di Îraqê daye

12:25 - 2 Nîsan 2020

Nunerê Saziya Tendirustiya Cîhanî di Îraqê de got: Hekî rejîma Îranê nebaya di Îraqê de kesê Korona nedigirt.

Duktor Simaîl Nunerê saziya Tendirustiya cîhanî li Îraqê, di hevpeywîneke televîzyonî de got, rejîma Îranê sûçdare û hekî despêkê hebûna vîrûsa Korona yê di Îranê de neweşartibaya, xelkê Îraqê jî tûşî Korona yê nedibûn û ev nexweşî nedigeheşte îraqê.

Navbirî Got: Rejîma Îranê rastiya hebûna Korona yê weşartibûn, parek ji xelkê Îranê bi navê serdan û tiafa mezargehên Şî`eyan, serdana Kerbela û necefê li Îraqê de dikirin û berdewam hatin û çun hebû, bi wê hegerê jî mixabin niha Korona di nava Îraqê de hinde belaw bûye ku ji kontirolê çoye der û rojane qurbaniyan distîne.

Duktor Simaîl her wisa got li dema ku deshilatdarên Îranê hebûna Korona yê diweşartin, rojane Hezaran Îraqiyan jî serdana Îranê dikirin bi meqseda çona bo ziyareta Qumê û Meşhedê û geşt û gozariyê, Îro ku em dibînin, di Îraqê de heçî kesê tûşî Koronayê bûyî , derdikewe ku serdana Îranê kiriye.

Navbirî got hekî Îranê zû ragihandiba ya, hingê Îraqê dê hatinûçoyîn ragirtiba û îro Îraq tûşî vê belayê nedibû.