
Kurdistanmedia: Rejîma Îranê wêneyê şehîdekî YPG`ê di şeqameke Tehranê de danî, û wekî “Kuştiyê Berevankarê Heremê” bi nav kir.
Malpera “Iran international” ragehand ku Rejîma Îranê ku bona veşartina şikestên xwe, saxtekariyan di nasnameya kuştiyên xwe, û cihê kuştina wan de dike, vê carê jî wêneyê şehîdekî YPG`ê di şeqameke Tehranê de danî, û wekî “Kuştiyê Berevankarê Heremê” bi nav kir.
Her piştî belavbûna vê nûçeyê, YPG`ê dijkiryarek tund ji xwe nîşan da, û ew yek bi tundî mehkûm kir.
Ew nûçe di torên civakî de belav bûye, û navê vî şehîdê YPG`ê jî Mihemed Husên Kerîmî ye, ku bibû endamê YPG`ê, û di şerê li dijî DAÎŞ`ê de şehîd bibû, û wêneyê wî di bajarokê “Atî Saz” ya Tehranê de hatiye danîn.
YPG`ê di vê derheqê de, di rûpela xwe ya “twitter”ê de nivîsand: “Em destkariya nasnameya siyasî ya wan hevalên xwe ku di şerê li dijî DAÎŞ`ê de şehîd bûne, wekî bêhurmetî dizanin, û şermezar dikin. Di vê daxuyaniyê de herwisa ji berpirsên rejîma Îranê daxwaz hatiye kirin, ku wan binêran rakin.
Mihemed Husên Kerîmî ku xelkê Tehranê bû, bi awayê xwebexş xwe gehande nava refên YPG`ê, û li Sûriyê û di şerê li dijî DAÎŞ`ê de beşdarî kir. Wî berî şehîdbûna xwe fîlmek ji xwe girtibû, ku ew fîlam wî piştre belav bû, ku tê de dibêje: “Ez sala 1369`an ji dayîk bûme, û navê min yê kod “Arîl Kobanî” ye”. Ew di Banemera 1395`an de, di herêma “Serê Kanî” de şehîd bû.
Rejîma Îranê pêştir jî di saxtekarî û bêhurmetîkirineke din de, navê şehîdekî YPG`ê bi navê Emîr Qubadî wekî “Kuştiyê Berevankarê Herem” bi nav kiribû.
Rejîma Îranê di van çend salên dawiyê de çendîn carî bona veşartina şikestên xwe di hemberî Hêza Pêşmergê Kurdistanê de, û bona aramkirina malbatên kuştiyên xwe, radigehand ku ew kuştiyên wan, li şerê di Sûriyê de, û di çarçoveya “Berevaniya ji Hereman” de hatine kuştin.