Kurdistanmedia: Karbidestên rejîma Îranê, li Kurdistanê şer û aloziyan di nav xelkê de diazfirîne.
Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, rejîma Îslamî a Îranê, bûye cihê fitinê û komên xelkê li dijî yektir tûj dike.
Nûçegihanê malpera “Kurdistanmedia”yê, bas ji vê kiriye ku, îdareya karûbarên avê ku rejîm berpirsê ve, birêveber û xwedî kanal, derîçe, cadeyên sirvîsan yên ser zeviyan, jê xwedî dernakeve û pêranagihîje û cotyar û xelkê van deveran li dijî yektir tûj dike.
Nûçegihanê malpera “Kurdistanmedai”yê, bi sedema vê xemsariya karbidestên rejîma Îran û neberpirsbûna van, rejîm komên xelkê cotyar û xwedî terş yên devera Şarwêranê lidijî yektir tûj dike, helbet ev arîşeya di pirraniya deverên din de jî heye.
Her di vê pêwediyê de, îdareya karûbarê avê a bajarê Mehabadê cadeyên bo zeviyan pêranagihîje, û paqij nake û her bi vê sedemê jî cotyar û xwedî baxçeyan b ixwe dest dane bi çêkirina van riyan û li paşmavên kevribiran mifahê verdigirin.
Herwisa cotyaran ragehandiye ku, ev pîlana rejîmê ye ku bi afirandina şer û aloziyan di nav xelkê de, dixwaze xelkê li yektir dûr bixîne, û em vê pîlana rejîmê poç bikin.