Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê serçaveyên kanzayên Kurdistanê talan dike

12:34 - 5 Tîrmeh (Temûz) 2022

Rejîma talanker biryare li parêzgeha Sine karxaneyeke derxistina zêr ava bike û serçaveryên kanzayên yên vê parêzgehê talan bike.

Pêka rapora Nûçegihaniya Îrna ya girêdayî rejîmê,  biryare li dema serdena serkomarê rejîmê Îbrahîm Reîsî bo vê parêzgehê, 5 pirojeyên kanzayan ku serweta wê parêzgehêne bona berhemanînê destp bikar bibin û rejîm bi wî awayî dixwaze vê serweta Kuridstanê talan bike.

Yek ji wan kanzaya zêre ku li 35 kîlometriya başûrê rojavaya bajarê Seqizê li kêlega gundê Qelqele ya wî bajarî hilkeftiye û biryare di serdana Reîsî de dest bi talankirina vê serçaya binerd ya Kurdistanê bikin.

Rejîma gendel û diz bi awayek berdewam serwet û samanên Kurdistanê talakiriye û xelkê Kurdistanê jî ti qezencek ji wan serwetan nebûye nesîb.

Li bajarê Têkab a ser bi parêzgeha Urmiye jî, kanzaya zêr a Zireşoran ku mezintirîn kanzaya zêr ya Îranê tê hesabkirin  û li sala 1393`an dest bi berhemanîna vê kiriye û  salane nêzî sê ton zêr berhem heye, lê xelkên wî bajarî û yên derdorê ji vê serweta mezin ya kanzayê bê parin.

Rejîma Îranê tev samanên Kurdistanê derdixîne û di bajarên xeyrî Kurd  an jî bo piştevaniya malî ji girûpên terorîstî li herêmê de bikar tîne.