Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê serdana geştiyarên bîhanî bo nava Îranê qedexe kir

12:32 - 2 Tebax 2020

Gorî biryarekê ku rejîma Îranê bi hêceta rewşa xirabe welat bi hegera Korona yê ve, daye, serdan û sefera bîhaniyan bo nava Îran ê hate qedexekirin.

Roja 1ê Tebaxa 2020 an, rejîma Îran ê ji rêka wezareta derwe, ragihand ku bi hegera rewşa xirabe ku welat bi sedema vîrûsa Korona yê têdaye, geşt û sefera xelkê welatên dinê bo nava Îranê bo demekî nexuya tête ragirtin û qedexekirin.

Di vê biryarê de hatiye ku ew kesên neçarin û divê hetmen serdana Îran ê jî bikin, di dema dana daxwaza xwe bo wergirtina Wîza yê, hewceye encama têsta nerênî ya Korona yê jî gel xwe bibin û bidne cihê peywendîdar.

Gorî wê biryarê, êdî îro pêve heya dema hilveşandina wê biryara ku hatî danê, xelkê welatên dinê bo geştiyariyê, nikarin serdana Îran ê bikin, lê di vê biryarê de nehatiye baskirin ku kanê xelkê Îran ê jî dikarin bo geştiyariyê biçne welatên dinê, yan ne?

Ew biryare tenê geştiyan digre, û ew kesên ku bo her armancekî dinê wek karê bazirganî û yên dinê, hezkin dikarin serdana Îranê bikin.