Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê seredana Ziyaretçiyan bo Îraqê ragirt

11:28 - 5 Çirriya paşîn 2019

Kurdistanmedia: Bi hegera berfirehtir bûna xwenîşandana xelkê Îraqê, rejîma Îranê ragihand ku hemî seredana bi meqseda ziyaretê bo Îraqê radigre.

Li demekê de ku roj bi rojê xwenîşandan û nerizayetiya xelkê Îraqê berfirehtir dibe, deshilatdarên Îranê ji tirsê evê ku renge pêlên xwenîşandanan xwe bihavêje nava Îranê jî, astengiyan li ber sefer û seredana xelkê Îranê bo Îraqê çêdikin.

Piraniya xwenîşanderên Îraqî diruşman bi dijî rejîma Îranê didin û ji destêwerdan û nifûza Îranê li Welatê xwe de acîzin.

Li wan xwenîşandanên Îraqê de li her kîderê binke û barigehên Îranê û girûpên girêdayî bi Îranê hebin, têne şevitandin.

Balyozxane û Kunsolxanên Îranê li her ciheke Îraqê hebin kevtine ber êrişa xwenîşanderên Îraqî.

Li herderê wêneyên rêberên rejîma Îranê , yan Ala Îranê, yan nîşanek ji rejîma Îranê hebin, ji aliyê xwenişanderên Îraqî ve hatine şevtandin û bin pêkirin.

Xelkê Îraqê rejîma Îranê bi sebebkarê malvêranî û tepeseriya xwe dizanin, lewma ev dibêjin ku ewa çekdarên rejîma Îranêne ku xwenîşanderan didne ber Gullan û dikujin.