
Kurdistanmedia: Ji her 100 kesan 5-7 kes dest bo xwekuştinê dibin, lê rejîm kêmtir ji vê serjimêriyê bas dike.
Hesen Mûsewî serokê “Civata hevkariyên civakî” di Îranê de, bas ji belavkirina amarên nerast derheq xwekujiyê kiriye, û ragehandiye: “Pêvajoya xwekujiyê di Îranê de, zêdetir sabit bûye, û ji her 100 kesan 5-7 kes dest bo xwekujiyê dibin”.
Mûsewî her di vê derheqê de ragehandiye ku tenê çavkaniya xwekujiyan Saziya Pizîşkê Yasayî ye. Lê amarên van navnedan hûr û rast nînin, jiber ku renge bi sedema pirsên civakî, yan pirsên pêwendîdar bi bîmê, nehêne baskirin, lê di rastî de, amara xwekujiyê sê caran zêdetir e ji vê hejmara ku tê ragehandin.
Li gora gotina Serokê Civata Hevkariyên Civakî di Îranê de, zêdetirîn amara xwekujiyê di Îranê de, di parêzgehên Îlam û Kirmanşahê de ne. Ew jî bi sedemên kêşeyên civakî, bandorên ferhengî û nebûna şarezayiyên civakî. Lewra jî pirsa pêşgirî ji xwekujiyê, û piştgiriyên derûnî-civakî, girîngiya xwe heye.