Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê şert û mercan li hember jinan dadinê

12:06 - 24 Kanûna pêşîn 2018

Kurdistanmedia: Rayedarên rejîmê derheq beşdariya jinan di stadyoman de boçûnên curbicur hene, û hinek ji wan şert û mercan dadinên.

Hadî Sadiqî cihgirê ferhengî ê Dezgeha Qezayî ragehandiye ku her çawan ku jin û mêr dikarin bi hev re herin nav sînema yan parkê, wisa jî dikarin herin stadyomên werzişî de, lê renge çûna wan, du kêşe hebin ku dibe her du kêşe jî bêne çareserkirin.

Hadî Sadiqî derheq egera çêbûna van du kêşeyan de ragehandiye ku di stadyoman de rewşeke nesalim heye, û gellek peyv û gotinên xiran têne bikaranîn, yan jî bêhurmetî bi jinan tê kirin ku ew yek dibe bê çareserkirin.

Mijara duyem jî ew e ku di warê şer`î de dibe çareseriyek hebe. Jiber ku pêka fetwaya lêvegerên dînî, dîtina laşê namehrem bo herdu aliyan dirust nîne. Îca çareseriya vê kêşeyê gellek jî bizehmet nîne, jiber ku me bo jinan jî ew kêşeye di stadyomên wan de hebû, ku me çareser kirin.

Berpirsyarên rejîmê di demekê de hêcetan digrin bo beşdariya jinan di stadyomên werzişî de, ku bixwe bi sedema wan siyasetên xwe ên şaş bûne sedema vê ku jin di civakê de rastî sedan kêşeyên civakî, wekî xwekujî, xemokî, û hawarbirina bo bikaranîna madeyên hişber û karên xeyrîexlaqî bin, ku her hemû jî nediba di civakeke îslamî de hebûna, ku hikûmeteke Îslamî deshlatdariyê dike.