Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê sîstema perwerde û hînkirina xwe di Sûriyê de birêve dibe

17:53 - 18 Çirriya paşîn 2018

Kurdistanmedia: Rejîma Îslamî ya Îranê, bilî destêverdanên leşkerî yên di karê Sûriyê de,  hewl dide da ku bi rengekî berfirehtir sîstema perwerde û hînkirina xwe di Sûriyê de, cihgir bike.

Şerê Sûriyê berdewam dike, û destêverdanên rejîma Îranê jî, her bi wî rengî  berdewam dikin, û berpirsên vê rejîmê jî heya  niha  5 zanîngeh di Sûriyê de avakirine, û mejûlê karûbarên ders gotinê ne.

Zanîngehên wekî “El-Mistefa, Farabî, Azad a Îslamî û zanîngeha mesebên Îslamî” jî, di Sûriyê de ji aliyê rejîma Îranê ve hatine avakirin, û  biryar wisa ye ku zanîngeheke din jî di vî welatî de bê avakirin.

Her di vê derheqê de jî, “Mensûr Xolamî” Wezîrê Zanist, Lêkolîn û Fenaverî yê rejîma Îranê,  zanîngeha dewletî ya bi navê “Perwerdekirina Mamostayan”(Terbiyet a Muderês) li Sûriyê avakiriye, û  wî berpirsî rejîma Îranê armanca  avakirina vê zanîngehê  wiha daye xuyakirin ku dersxwenên Sûriyê jî bikarin di welatê xwe de dersê bixwînin.

Di heyama salên borî de, rejîma Îranê çendîn xwendingeh di bajarên wekî “Demeşq”, “Laziqye”, “Dêlezoor” û “Ebo Kemal”ê de çê kirine û  her mehê bi qasî 20 Dolarî jî alîkariyê dide dersxwenan.

Karnasên Perwerde û Hînkirinê li ser vê baweriyê ne ku, rejîma Îranê hewl dide da ku,  ji riya xwedningehan û navendên xwe yên îd`lojî yên Şî`egerî û  herwisa  zimanê Farsî di Sûriyê de berfireh bike, û ji vê rê  armancên xwe bi pêke.

Çêkirina zanîngeh û xwendingehan di Sûriyê de, û dabînkirina xercê van di demekê de ne ku, dersxwen di Îranê de,  di nav kanêks û xwendingehên herfî de dersê dixwîn in û herwisa derçûyên zanîngehan jî  piştî bi dawî anîna xwendina xwe, betal dimînin.