
Kurdistanmedia: Rejîma Îranê êdî şiyana dabînkirina bûdceya “Hemas û Hizbulah û fermandehiya saybirî jidest daye.
Li gorî ew zaniyariyên ku ji aliyê Amerîkayê ve hatine belavkirin, nîşan didin ku, girûpên terorîst yên wekî, “Hemas û Hizbulah” ku ji aliye rejîma Îranê ve piştevaniya malî dihatin kirin lê, niha, rejîmê bûdceya pitevanêkirin ji van girûpan qutkiriye.
Herwisa fermandehiya Saybirî ya rejîma Îranê gotiye: Ku bûdceya wan bi tevahî kêm bûye û ev yek jî, bûye astengiyeke micid li hemberî çalakiyên wan.
Her di vê derheqê de, Kanala “Fox News” ya Amerîkayê roja Înê 3`ê Cozerdana 1398`an, di raporeke xwe de ragihandiye ku, rejîma Îranê ji girûpên terorîstî ên girêdayî xwe re ragihandiyê, êdî çavnhêriya alîkariyên rejîma Îranê nebin, û lipey çavkaniyên din bin.
Piştî ku Amerîka li Bercamê vekişiya û dorpêçên aborî li dijî rejîma Îranê zêde kirin, û dahata neft û xeyre neftî yên wê rejîmê bi awayekî tewav daketiye û şiyana wê rejîmê bo piştevanîkirin li girûpên terorîstî nemaye û heya bûdceya hinek ji wan girûpan jî hatiye gutkirin.
Rejîma Îranê wekî mezintirîn rejîma piştevanîkirin li terorîzmê di cîhanê de hatiye nas kirin, û niha bi sedema dorpêçan, şiyana piştevanîkirin ji wan girûpan nemaye, û heya di dabînkirina bûdceyên terorîstên xwe yên navxweyê Îranê de jî, rastî arîşeyên micid hatiye.