Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê soza xwe bo ajansa Navokî binpê kiriye

13:01 - 5 Îlon 2020

Ajansa Navnetewî a Vizeya navokî ragihand ku paşkevt û Oraniyoma meyandî a rejîma Îranê, 10 caran hindî wê qasêye ku Îranê soz dabû Ajansê û Bercamê.

Roja Înê 4ê Îlona 2020 an, Ajansa navnetewiye vizeya navokî, ragihand ku zêrevan û bazresên ajansê serdana 2 binkên Navokiye rejîma îranê kirine ku di encamê de îsbat bûye Oraniyoma paşkevtkirî û heyî, 10 beranberî wê qasê ye ku Îran û Bercam û Ajans di sala 2015ê li ser pêkhatibûn.

Bercam û Ajans û rejîma Îranê lihev kiribûn ku Îran dikare 220 heya 300 Kîlo Oraniyomê bimeyîne, lê gorî rapora wan bazresan hatiye zanîn ku Îranê 2015 Kilo girem Oraniyoma meyandî heye.

Ajansa Navnetewî ragihan ku piştî çendîn caran daxwaz ji deshilatdarên Îranê, ku bazres bikarin serdana binkên navokiye rejîmê bikin, li dawiyê de çend rojan berî niha îzn bi bazresan hate danê ku serdana 2 binkan bikin.

Binayamîn netenyahu Serikwezîrê Îsraîl heyamekê berî niha bi nîşandana çend belgan, di raporekê de ragihand ku rejîma Îranê bi bê guh dan bi sozê ku dayî navendên navnetewî, bi awayekî lezgîn û weşartî mijulê çêkirina çeka Navokiye, rapora roja derbas bûyî a bazresên ajansê dikare belga piştrast kirina îdiaya netenyahu be.