
Rejîma Îranê Kela dîrokî ya Felek El-Eflak ya li bajarê Xoremavayê bona qezencên xwe destêverdanê di avahiya vê de encam dide.
Pêka rapopra Nûçegihaniya “ÎRNA” ya girêdayî rejîma Îranê, di heyama rojên derbasbûyî de, dîwarên Kela dîrokî ya Felek El-Eflak, dihiloşînin û kablên berqê di nav dîwanran de radikêşin û herwisa boriyên avê jî kişandine.
Pêka dîmenên ku di torên civakî yên li derheq destêverdanên li peykera Kela dîrokî ya Felek El-Eflak de belavbûne, ev dîmen vê yekê nîşan didin ku hin alî an kesên berjewendîxwaz dixwazin wir bona qezencên xwe bikar bînin.
Destêverdana şûnwarên dîrokî dibe pêka lêkolînên karnasên di wî warî de bê encam dan, lê ya vê Kela dîrokî ti karnas an dîroknasekî erê nekiriye.
Hiloşandin û jinavbirina Kela dîrokî ya Felek El-Eflak ya li bajarê Xoremavaya girêdayî parêzgeha Lorsitanê di demekê de ye ku, dîroknasan, dîroka vê Kelê bo serdemê dewra desthilatdariya Sasaniyan dane zanîn.
Kela Felek El-Eflak li dewreya desthilatdariya Sasaniyan de, li ser girê dîrokî yê di navenda bajarê Xoremava ya girêdayî parêzgeha Lorsitanê bi neqiş û nîgarek bedev hatiye avakirin.
Herwisa Kela dîrokî ya Felek El-Eflak di dehkên çaran de jî, weke binkeya desthilatdariya Alê Hesenûye û Gincûr di serdemên Alê Bûye de bûye.
Desthilatdarên berçavteng û gendel yên Cemaranê, bilî dizîna çavkaniyên kangayên li Kurdistanê û verguhastina ava Kurdistanê bo bajarên faris rûniştî, niha şûnwarên dîrokî ku nîşana nasname û dîroka hebûna jiyanê di wan cihan de ye jî, ji nav dibin.