Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê, tawanên berprisên xwe asayî hesab dikin

12:08 - 2 Hezîran 2019

Kurdistanmedia: Piştî kuştina hevjîna duyem ya şaredarê berê yê bajarê Tehranê bi destê wî, berpisên dadgehê ev kareke asayî hesab kirin.

Roja Sêşemî 7`ê Cozerdana 1398`an, berprisê dadgeha bajarê Tehranê, Mihemed Şehriyarî, di civîna rojnamevanî de, ragihandin ku, Mihemedelî Necefî îtraf bi qetilkirina hevjîna xwe kiriye û ev mijareke malbatî ye, lê, hekî, di vê civînê tenê mêr hebana, îmkana zelalkirina zêdetir hebû.

 Di Îranê de dema ku welatiyeke sivîl tawanên bi vî awayî encam didin, dezgehên rejîmê, digel tawanbaran bi tundtirîn awayî reftar dikin û bi mehan di girtîgehan û di bin lêkolîn û îşkenceyan de xwedî dikin,lê, dema ku berpirsên rejîmê bixwe tawanên wiha encam didin, bi hincetên coda van serbest dikin û pirsgirêkên malbatî hesab dikin.

Dezgehên rejîma Îranê heya di dadweriya derheq dosyeyên qetilê de jî, dinavbera berpirs û welatiyên sivîl de codahiyê dadinên.

Her di vê pêwendiyê de jî, dema ku ji berpirsê dadgeha bajarê Tehranê derheq mijara qetlkirina Mîtira Ustad hevjîna Mihermedelî necefî şaredarê berê yê bajarê Teharên derheq sedemên wê bûyerê de pirs jê kirin, çewtekarîkir û ji rojnamevan re wiha got, ev mijareke malbatî ye û hekî di vê civînê de jin tunebana û tenê mêr hebana, me dikarî bi zelalî li ser biaxvta.

Rejîma Îslamî a Îranê bi berdewamî bas ji mafê wekhevî di nav vê rejîmê de dike, lê, ev tenê axavtine, bi kiryar her tişt berevajiye.