Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê tedaxul li Efxanistanê dike

18:54 - 5 Tîrmeh (Temûz) 2021

Di dema Serkomariya “Barak Obama” de Amerîkayê biryar dabû ku hêzên xwe li efxanistanê vekişîne lê ew biryara wê demê ya Amerîkayê heta heyameke berî niha bi tevahî cîbecî nebibû, lê niha Amerîkayê hêzên xwe li Efxanistanê vekîşane û piştî vê vekêşanê, hêzên girûpa Talibanê êrîşî ser çendîn bajarên Efxanistanê kirine û nêzî 27 bajar xistine bin kontrola xwe.

Piştî aloziyên hundirê Efxanistanê, rejîma Îranê li tirsa destpêkirina şer û nearamî li Îranê, tedaxul li Efxanistanê dike û bi wê sedemê, bi rêya sînorî ya “Bîrcend”ê çek û cebilxane bo bajarên Şîenişînan dişîne.

Rejîma Îranê bi hêceta jixwedûrxistina şer û aloziyan li navxweyê Îranê, bi berdewamî bi şandina hêz û cebilxanê mijûlê tedaxul di deverê de ye û dahata xelkê Îranê di wê rêyê de xerc dike.

Heftiya derbasbûyî, Serkomarê Amerîkayê “Joe Biden” fermana vekêşana hêzên welatê xwe  dabû ku 20 salan di Efxanistanê de şer kirtibûnbûn.

Ew şera ku bi demdirêjtirîn şerê dîroka Amerîkayê hatiye binavkirin tevî xerckirina bi 100an milyard Dolar, şerek bû ku tê gotin Amerîkayê welatê Efxanistanê dudestî pêşkêşî Talibanê kir.

Pêka biryara dewleta “Joe Biden”, tev hêzên şerker ên Amerîkayê dibe ji Efxanistanê vekişin ku hevdem digel salvegera êrîşên terorîstî li ser her 2 bircên Ticareta Cîhanî li New York û êrîşa li ser“Pêntagon”ê li Vîrcîniyayê bû.

Amerêkayê i sala 2001an, bona jinavbirina  girûpên terorîstî ên “El-Qaîde û Taliban”ê, di Efxanistanê de şer ragihand û bi wê sedemê “Osame Bin Ladên” û hejmereke din ji birêveberê wê girûpê tawanbar kir.