Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê ti girîngiyekê bi nexweşan nade

16:57 - 4 Çirriya paşîn 2021

Pêka nûçeya gihîştî bi malpera “Kurdistanmedia”yê, welatî li Bokanê rastî kêmbûna alavên pizîşkî hatine.

Bi sedema nebûna alavên hewce wekî “MRI”ê li nexweşaneya Bokanê, nexweş neçar in 2 heta 3 mehan di nobeta “MRI”yê de bimînin.

Di bajarê Bokanê de bi tenê alaveke “MRI”ê heye ku ew jî ji aliyê kesên xêrxwaz ve hatiye kirin.

Nexweş li bajarê Bokanê û deverên wî bajarî, bi sedema bersivdernebûna beşêa “MRI”ê neçar mane serdana bajarên din ên wekî “Tehran û Tewrêz”ê bikin ku xercekî gelek zêde bo wan nexweşan heye.