
Kurdistanmedia: Rejîma Îranê ku hertim xwestekên neteweyan di Îranê de bi agir û hesin bersivandiye, niha jî ku zêdetir ji caran neteweyên zulmlêkir hişyar bûne, rejîm di ragehandinên xwe de hawara xwe dibe ber hinek destewajeyên kevn û demserveçûyî, wekî “metirsiya li ser yekîtiya xaka Îranê”, û “destêwerdana dijminan di nava karûbarên welat” û “metirsiya li ser curbicuriya mesebî û bi qewlê wan qewmî”.
Her di vê çarçoveyê de nûçegihaniya “IRNA”yê raporek belav kiriye, ku di beşeke vê raporê de hatiye:
“Di dirêjahiya dîrokê de parastina yekparçeyiya xakê bi van hemû cudahiyên neteweyî ve hêsan nebûye, û nabe jî. Ew mijar demekê bizehmet dibe ku bîhanî ji dûr û nêzîk ve pilanan ji bo jinavbirina yekîtiya di Îranê de dadirêjin”.
Ew yekîtiya di navbera bi gotina wan eqwam û meseban, ne bi dilê dijmin e, lewra bi milyonan Dolarî xerc dikin bona têkdana vê yekîtiyê”.
Nûçegihaniya IRNA di demekê de bas ji hewlên dijminan dide li dijî tebahiya di navbera neteweyan û mesebên curbicur di Îranê de, ku eva ew bi xwe ne ku tenê riya serkutê ji bo bersivdana bi mafên herî destpêkî ên neteweyan nas dikin.
Niha êdî zulm û zordariya vê rejîmê derheq neteweyan û mesebên curbicur wekî Behayiyan û Zerdeştiyan û Derawîşên Gonabadî gihaye astekê ku ragehandinên pirr ji çewtekarî yên rejîmê êdî nikarin xelkê welat bixapînin.
Ew hemû serhildanên neteweyên Îranê di mehên derbazbûyî de, û diruşmên wan yên rûxandinê nîşan didin ku ew ji wan gotinên wekî metirsiya li ser “Umeta Îslamî” û “yekparçeyiya xaka welat” têr bûne, û baş dizanin ku eva guhnedana bi curbicuriya neteweyî û mesebî û hewldan bo wekhevsaziya çandî ya neteweyan e ku tovê kîne û netifaqiyê di navbera neteweyan de ava dike, û wan naçar dike ku hewlê bo avakirina statûyekê cuda û serbixwe bidin.
Herçend ku nûçegihaniya “IRNA”yê bixwe bas ji vê dike ku li gora yasaya bingehîn dibe hemû pêkhateyên welat xwedîmaf bin, û ew yek nîşan dide ku ew bixwe ji asta binpêkariyên rejîma xwe û nedana vî mafê herî kêm jî ku di yasaya bingehîn de hatiye agehdar in, lê piştî derbazbûna 39 salan taze dereng e ku xelk baweriyê bi qewl û sozên vê rejîmê bikin, lewra tenê û tenê diruşma rûxandina rejîmê em di hemû meş û serhildanên xelkê welat de dibînin.