
Rejîma Îranê dixwaze vaksîneke Koronayê ji Çînê bikire ku ew vaksîn di Çînê de nehatiye erêkirin û qasa karlêkeriya wê vaksînê cihê şik û gumanê ye.
Roja Şemî 2ê Panûna Paşîn, malpera “Iran International” daye zanîn, belgeyek berdest heye ku dide xuya rejîma Îranê dixwaze ji kompaniya Çînî ya bi navê “Sinovac” vaksîna Koronayê bikire ku ew vaksîn bona bikarhatina giştî ji aliyê Çînê ve nehatiye erêkirin û li derheq karlêkeriya wê vaksinê şik û gunamên micid hene.
Çend rojan berî niha Serokê “Heyva Sor” a rejîma Îranê, “Kerîm Himmetî” ragihandibû ku dê 1 milyon dozên vaksîna Koronayê ji Çînê bikire lê ti zaniyariyek li ser cora wê vaksînê eşkere nekiribû.
Vaksînên Korona yên berhema Çînê, bi tenê ya cora “Sinofarm” karlêkeriya %79.34 hebûye û vaksînên dinê karlêkeriyeke wiha tunebûne.
Rejîma Îranê bi sedema tirs ji berteka nerênî ya hizra giştî, kirîna vaksîna Koronayê ya “Sînovac” a Çînî perdepoş dike, herwisa li Tirkiyê de bertekên nerênî yên hizra giştî derheq kirîna vaksîna Koronayê ya cora “Sinovac”ê hebûne.
Li welatê Birêzîlê jî, ceribandina “Sinovac” heta niha 3 caran hatiye ravestandin û dewleta Çînê heta niha karlêkeriya wê vaksînê erê nekiriye, lê rejîma Îranê dixwazê vê vaksînê li ser xelkê bikar bîne.