Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê xaniyên xelkê Belûç bi ser serê wan de dihirifîne

13:13 - 24 Gulan 2020

Rejîma Îranê bi cihê avakirin an avedankirna xaniyan bo xelkê “Belûç”, xaniyên wan bi ser serê wan de dihirifîne.

Pêka kurte videoyên ku di nav torên cîvakî de hetine belavkiirn, gundê “Dîzap” a devera“Çişme Ziyaret” a girêdayê bajarê “Zahidan”ê, biryar bûye ku rejîma Îranê bo wan gundiyan xaniyên nû yên bê beranber ava bike, lê rejîma Îranê tevî avanekirina wan xaniyan, bi zoremilî û bi gefxwarina bi çek û birina Boldozeran xanî û kuxte û kolikên wan bi ser serê wan de diherifîne.

Hêzên Întizamî yên rejîma Îranê piştî êrîşkirina li ser wî gundî, bona hêsankirina karê xwe, bi zora çekan xelk ji malên wan derxistine û îzn nedane wan ku nêzî wan bibin û bê îzn û derfeta xelkê gund xaniyên wan bi Boldozeran  hirifandine û digel axê kirine yek.

Herwisa hêzên Întizamî yên rejîma Îranê bi wan kesên ku filmên wan hirifandinan hildigirtin an wêneyên wan dikêşandin, gef xwarine ku dê rastî lêpirîn û dosyesazî dijî wan bin.

Xelkê hejar ên parêzgeha “Sîstan û Belûşistan”ê di asta herî nizim a hejariyê de dijîn û mal û milkên wan bi hegerên wekî lehiyan ji nav çûne û rejîma Îranê bûdceya hewce bo avedaniya wê parêzgehê nedaniye û xelkê Belûç, ji piraniya hewcehiyên xizmetguzariyê bêpar in û rejîmê jî ti terhek bo wan pirsgirêkan tinîne.