Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê xaniyên xelkê di Dêhloranê de diherifîne

12:51 - 20 Tîrmeh (Temûz) 2020

Rejîma Îranê tevî afirandina sedan pirsgirêk bo civatgehê û guh nedan bi pirsgirêkên xelkê, wê carê jî dest avêtiye bi herifîna avahiyên xelkê Dêhloran a ser bi parêzgeha Îlamê.

Pêka kurte vîdiyoyekê ku di nav torên civakî de hatiye belavkirin, rejîmê dîsan dest avêtiye bi herifîna xaniyên xelkê belengaz û hejar ên bajarê Dêhloran ya ser bi parêzgeha Îlamê û eve jî neşiyana berpirsê rejîmê nîşanê civatgehê dide.

Rejîma Îranê di derveyê welat de û nemaze di Sûriyê de sermayeguzarî dike û heta niha sedan xanî û nexweşxane û dibistan di wî welatî de ava kiriye.

Berevajî di nav welat de jî tenê di hizra wêrankirin û serkuta xelkê de ye û xelkê xwe tepeser kiriye û ti îmkanatekê jî bo wî xelkê hejar dabîn nake.

Xelkê Îranê û nemaze xelkê Kurdistanê nabe wê yekê qebûl bikin û dibe bi hatina ser şeqaman û bi xwenîşandan wê rejîma dîktator biherifînin.