Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê xelkê bi zêdekirina alîkariyan dixapîne

11:37 - 30 Çirriya paşîn 2018

Kurdistanmedia: Rejîma Îranê dixwaze bi qasî 200 hezar Tûmenî alîkariyê bide malbatan, lê ev pere, para têra hewcehiyên wan nake.

Li gorî bilindbûna 2 heya 3 hember ya  nirxa hewcehiyên jiyanê, yên  wekî tiştên xwarinê, heya hewcehiyên rojane yên jiyanê, şiyan kirîna  xelkê  bi awayekî xûya kêm kiriye, helbet bi 200 hezar Tûmen alîkariya dewletê ji xelkê re, kêşeyên aborî ên malbatan çareser nabe, û asta giraniya hewcehiyên jiyanê gellek ji vê hindê zêdetir e.

Li gorî rapirsiya ku Nûçegihaniya “Tensîm” a girêdayî rejîmê, di vê derheqê de encam daye, xelkê wiha berisv daye:

 200 hezar Tûmen alîkariya dewletê para çi nake, û dewlet nikare bi ev qas pereyî,  me bixapîne.

Di vê pêwendiyê de jî, hevwelatiyek dibêje ku, di van heyaman de bilindbûna nirxan  aramî û ewlehî ji xelkê standiye, û hemû soz û qewl û gotinên berpirsan  yên pêş hilbijartinan, tenê diruşm bûne, û xelk ji karê dewletê nerazî ye, û çima hemû tiştî girêdayî bilindbûna nirxa Dolar e?  Ma êmîş û birinc û nok û lobya û nîsk û …hwd, pêwendiya wê bi Dolar ve heye?

Daketina buhaya Tûmen û piştre jî kêmbûna şiyana kirînê, di demekê  de qewimî ku, nirxa perê biyanî çend hember bilind bû, û di vê nîvekê de jî, tenê qata ku heqdestê werdigire, zêdeyî ji hemiyan zirar dît, çimkû evan ne Dolar, û ne jî zêr hebûn da ku buhaya wan bilind be, û ne jî xwedî `erd û dukanan bûn da ku bikarin kirêya wan zêde bikin, evan tenê heqdesteke diyarîkirî hene, lewma karîna kirîna wan roj li pey rojê kêm bûye, û eva ku niha eyen û xûya ye,  sivkên betal yên vê qata zehmetkêş e.

Niha rewş wisa ye, şiyana kirîna  piryaniya malbatên kedkar li çav sala borî,  bi qasekî kêm bûye ku, hekî dewlet derheq bilindbûna nirxên pêdiviyên jiyanê de, tu çareseriyekê nebîne,   derbazkirin û jiyan bo vê qata zehmetkêş a civakê, wê bi qasekî dijwar û zehmet be ku, êdî cubrana wê nahê kirin.