Encûmena Pîşengiya Îmam Mehdî, pirek bona bikaranîna zarokan di girûpên milîs ên ser bi rejîma Îranê de ye û rejîma Îranê di binkeyên xwe ên leşkerî de perwerdeya leşkerî bi zarokan re dide û tevlî girûpên milîs yên girêdayê xwe û Spaha Pasdaran dike.
Li gorî rapora vê dawiyê ku li ser malpera “Dirac” hatiye belavkirin, li binkeyên leşkerî yên ser bi rejîma Îranê di Sûriye û Lubnanê de, zarokanên temen kêm ku temenê wan kêmtir ji 18 salan e perwerdeya leşkerî dibînin û ev zarokane li bin navê “ Encûmena Pîşengiya Îmam Mehdî” de têne komkirin û digel milîsên girêdayê Spaha Pasdaran di pêwendiyê de ne.
li gorî biryarnameya “Geneva Call” ku binkeya wê li welatê Swîsê de ye, zarokên temen kêm ku temenê wan kêmtir ji 18 salan be, nabe di şer û pevçûnan de bêne bikaranîn û karê wê rêkxiravê parastina wan e û li gorî wê biryarnameyê beşdarîkirina zarokan di karê leşkerî de qedexe ye.
lê rejîma Îranê pêbendê yasayên mafê mirov ên cîhanî nîne û bo rejîmê ti girîngiyek nîne û bi salan e ku mafê mirov di Îranê de bi awayê giştî hatiye piştguhavêtin, ya girîng bo wê rejîmê berdewamkirina karên terorstî di navxwe û derveyê welat de ye.