
Kurdistanmedia: Rêrewê mezheba Şî`e hekî di çarçoveya hizir û siyasetên rejîma Îranê de nebin, dikevin bin zilmê û rejîm tinê bona armancên xwe mifahê ji wan verdigre.
Karbidestên rejîma Îranê, pirsa Kurd serpoş dikin, bo wê meramê jî, bas ji “hemberî û birayî” dikin, ku eve ji bi merema jinavbirina hizra neteweyî di nav netweyên Îranê de.
Yekek ji xalên ku rejîma Îranê tekezê ji ser dike, hizra mezhebî ye û hemû netewe û kêmîneyên Îranê bi “Ummeta Îslamê” dihesibînin.
Di Îranê de, rêrewên her Olî û mezhebek ku bas ji mafê netewiya xwe bikin, tên serkutkirin yan jî têne desteserkirin û cizayên giran bi wan re didin.
Şî`eyên Îranê jî bi berdewamî rexneyê ji desthilata rejîma Îranê digirin, û bas dikin ku, ew desthilate mafên xelk naparêze û zilmê bi xelkê re dike.
Di Îranê de, hekî Şî`eyan, dijatiya desthilatê kiribin, bi tundtirîn rewş têne cezadan.
Di çarçoveya desthilata rejîma Îranê de, bi tenê yek mijar giringe, ew jî parastina desthilate, bi her awayekî be.