Serokê Oda Bazirganiya Hevpar a Îran û Çînê, “Micîdriza Herîrî” gotiye: “Aboriya Îranê di metirsîdartirîn xala dîrokî ya 4 dehikên derbasbûyî de ye û rengehiya tûşbûn bi enfilasiyona herî mezin û bilindbûna gelek zêde ya nirxa hewcehiyan heye”.
Serokê Oda Bazirganiya Hevpar a Îran û Çînê, “Micîdriza Herîrî” di hevpeyvînek digel Rojnameya “ILNA” ya rejîma Îranê de got: “Eger ji enfilasiyona 50 heta %60 derbas bibin, kontrolkirina enfilasiyonê gelek zehmet dibe û her biryarek di Îranê de bê dan, divê paşhatên wê bo zêdekirin an kêmkirina rêjeya enfilasiyonê bê berçav girtin.
Di wê derheqê de Navenda Amar a rejîma Îranê di destpêka meha Xezelwerê de bi belavkirina amarekê daye zanîn ku bilindbûna nirxa xwarin û vexwarinan di 12 mehên derbasbûyî de bi berawird digel sala par anku enfilasiyona salane, %61.4 bûye ku rekordeke nû di enfilasiyona corên xwarinê de ye.
Endamekî kora berjewendiyên rejêmê gotiye: “Bilindbûna nirxan bi wê awayê lezgîn, gelek ji corên xwarinan li ser sifreya xelkê nehêlane”.
Rejîma Îranê tevî sozên çewt û siloganên rengawreng nekarîne enfilasiyonê kontrol bikin û renge xelkê Îranê rastî kirîzên gelek mezin ên aborî û jiyanê bibin.