
Seyîd Selman Zakirî binav nûnerê mecilsa rejîma Îslamî ya Îranê diyar kir, ku tenê ji sedî 3 dahata kanzayên parêzgeha Urmiyê di wê parêzgehê de tê terxankirin.
Seyîd Selman Zakirî, di hevpeyvîna digel nûçegihaniya “ÎSNA” ya girêdayê rejîmê got: “Bi hebûna nêzî 500 çavkaniyên kanzayan di wê parêzgehê de, tenê ji sedî 3 dahata wan bo parêzgehê tê diyarkirin.
Hewisa pêka xalên 4 û 6 yên yasaya kanzayan, dewlet erkdar e ji sedî 15 dahata kanzayan di hemen parêzgehê de, bona pêşvebirina binasasiyan terxan bike lê, di parzêgehên Kurdistanê de ev yasa bi rê ve naçe û tenê ji sedî 3 dahata kanzayan li vir tê terxankirin.
Her di vê peywendiyê de wî binav nûnerê mecilsa rejîma Îslamî a Îranê diyar kir ku, di sala derbasbûyî de dahata kanzayên vê parêzgehê 132 milyard Tumen bûye lê, tenê ji sedî 3 ji vê bo parêzgehê hatiye zivirandin.
Kiryarên talankirin û jinavbirina serwet û dahata parêzgehên Kurdistanê, ji aliyê rejîma berçavteng û dijemaf ve ne tişteke nû ye, ev rejîma di heyama 43 salan temenê bîyûm ê xwe de bi hemî awayî hewla talankirina serçaveyên kanzayan, birîn û agirberdana daristanên Kurdistanê û herwisa kavilkirin û jinavbirina navçeyên Kurdistanê daye û dide.