
Kurdistanmedia: Wezîfedarên şaredariya bajarê Çiharbiharê, mizgevteke Sunî mesebên wî bajarî herifandine.
Roja Pênçşemî 22`ê Reşemeh (14`ê Adar)ê, wezîfedarên şaredariya Çaharbiharê, bi piştevaniya hêzên întizamî yên wî bajarî, li devera Kuser a girêdayî bajarê Çaharbiharê mizgevteke Sunî mesebên wî bajarî û digel avahiyekê din herfandin.
Ev mizgevta 15 salan berî niha hatibû avakirin, û hevwelatiyên sunî meseb wir rêûresmên olî yên xwe birêve dibirin.
Pêka gotina şahîdhalan, hêzên întizamî hemî cadeyên ku bo aliyê vê mizgevtê rê hebûn qutkiribûn, û di heyama herifandina vê mizgevtê pêşî ji hemî kesî bo çûna wî cihî girtibûn.
Herfandina vê mizgefta Sunî mesebên bajarê Çahabiharê, wekî herfandina mizgevta Şêx Fêyz aSunî meseb a li bajarê Meşhed û herwisa xwendingeha Olî a Îmamê Ebohenefî ya li Zabolê bûye.
Pêka siyasetên faşîstî yên rejîma Îslamî, xîncî mesebê Şî`e, tu mesebek din mafê nine ku di vî welatî de, bê hesbandin, hekî hebe jî dibe pêka gotin û destûrên Şî`eyan û di bin çavdêriya rejîm navendên îtila`atê de bin.
Herwisa rejîma Îslamî bi hemî awayî piştevaniya girûpên tundrew û herwisa girşûpên Şî`e meseb yên wekî, Hizbulaha Lubnan, Huyên Yemen û Heşda Şe`bî li Îraqê dike, û bi pişitevanîkirina li girûpên wiha destêverdanê li karûbarên welatên deverê de dike û herwisa ewlehî û aramiya deverê têk dide.