
Karnasên Rêkxistina Netevên yêkbûyî di raporekêde ev êke piştrast kirin ku, rejîma Îranê dest li êrîşa bo ser binkê neftiye Aramko ya Erebistanê hebûye û wan karnasan rejîma Îranê bi berpirsyarê wê êrîşê dane zanîn.
Pêşda jî nûçegihaniya Roytêrzê ragihandibû ku bi jêvekolînan îsbat bûye ku rejîma Îranê biryar der û pîlandarêjê êrîşa bo ser Aramkoyê bûye, lê niha bi vê rapora karnasên Netewên Yêkbûyî dest têda bûna rejîma Îranê bi tewawî hate pişrastkirin.
Di wê raporêde hatiye ku pîlana êrîşa bo ser Binkê Nefta Erebistanê, ji aliyê Sipaha pasdaran û li ciheke parastî li başûra Bajarê Tehranê hatiye darêtin.
Piştî Lêdana Binkê Neftiye Aramkoyê bi piştîvanî û pîlandarêjiya Îranê û cîbicîkirina wê pîlanê ji aliyê girûpên girêdayî bi rejîmaê, deshilatdarên Erebistanê benda jêvekolînan bûn dakû bizanin kê û çawan ev êrîş kiriye.
Piştî wê raporê heta niha çi êk ji deshilatdarên erbistanê bertek nedan ku kanê dê helvêsata wan çi be.