Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Sûriyê berpirsê kîmiyabarana bajarê Lotamine di sala 2017`an de ye

12:44 - 9 Nîsan 2020

Saziya Navnetewî ya Pêşîgirtin ji Bikaranîna Çekên Kîmiyayî, arteşa Sûriyê bi bikaranîna kîmiyabaran a bajarê Lotamine li Sûriyê, da zanîn.

Roja Çarşemî, 20`ê Xakelêwe, tîma taybet a lêkolîn ya Saziya Navnetewî ya Pêşîgirtin ji Bikaranîna Çekên Kîmiyayî, di yekem rapora xwe de daxuya, ku di roja 27`ê Mars a sala 2017`an de, pîlotên hêza esmanî a Sûriyê bi balafirên “Soxo22” û helîkopteran, gundek li parêzgeha “Hemma” di rojavaya Sûriyê de bi bombên jehrî yên “Kulorîn”ê bombebaran kirine.

Li rojên 24, 25 û 30`ê meha Mars a sala 2017`an li bajarê “Lotamine” nêzî 100 kesan derb dîtin ku hêza 50 a arteşa Sûriyê û leşkera 22 a hêza esmanî, bi bombên “M4000” yên jehra “Sarîn” û bombên “bermîlî” yên”Kulorîn”, nexweşxaneya bajarê “Lotamine” bombebaran kirin.

Ew tîma taybet di sala 2018`an de, bona peydakirin û eşkerekirina berpirsên êrîşa kîmiyayî ji aliyê Saziya Navnetewî ya Pêşîgirtin ji Bikaranîna Çekên Kîmiyayî hatibû pêkanîn.

Heta niha, Saziya Navnetewî ya Pêşîgirtin ji Bikaranîna Çekên Kîmiyayî bi tenê li ser bûyerên êrîşên kîmiyayî lêkolîn dikir û xwe ji eşkerekirina berpirsên wan êrîşan diparast.

Berpirsê tîma lêkolîn a Saziya Navnetewî ya Pêşîgirtin ji Bikaranîna Çekên Kîmiyayî “Santiyago Onatê Labordê” (Santiago Onate Laborde) bas dike ku dêkomêntên hewce berdest de hene ku nîşan dide ew êrîş ji aliyê personelên hêza esmanî a Sûriyê ve hatiye kirin.