Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Sûriyê dest bi kuştara girtiyan kiriye

12:58 - 26 Kanûna pêşîn 2018

Kurdistanemdia: Rejîma Sûriyê dest kiriye bi veguhastina girtiyên siyasî bo nav girtîgeheke taybetî, û li wir dest bi kuştara wan kiriye.

Rojnameyeke Amerîkayî nivîsandiye, rejîma Beşar Esed di Sûriyê de dest kiriye bi kuştara bikom ya girtiyên siyasî.

Radyoya Peyam ya Îsraîlê jî ji zimanê çavdêran ve ragehand ku, ew kuştara girtiyan rast wekî kuştara girtiyên siyasî ên sala 1367`an a di girtîgehên Îranê de ye.

Rojnameya “Washington Post” ji zimanê girtiyekî pêşîn ê Sûrî ku kariye ji girtîgehê bireve, nivîsandiye, ku hemû girtiyên siyasî dibin bo nav girtîgeheke tirsnak ya bi navê Sîdna û ew girtîgeh niha êdî vala bûye.

Di vê raporê de hatiye ku bi biryara Beşar Esed girtiyên siyasî ji sertaserî Sûriyê bo girtîgeha Sîdna têne veguhastin, û di wir de piştî derbazkirina îşkenceyên zaf têne kuştin. Şarezayên karûbarên Sûriyê  wê girtîgehê wekî kuştargeh bi nav dikin.

Li gora vê raporê, her carê ku girûpeke girtiyên siyasî ku dibirin bo girtîgeha Sîdnayê, berî gihîştina bi girtîgehê canê xwe ji dest didin, ku sedema wê jî renge birçîtî yan jî nexweşî yan îşkenceyên pêşîn be.