Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Sûriyê mezintirîn bazirganê maddên hişber e

13:27 - 10 Gulan 2021

Rejîma Sûriye ji rêya hawirdekirina hebên “Fênîsîlîn” dixwaze hebên hişber yên bi navê “Keptagon” çêbike.

Ev core hebane ji rêya Lubnanê ve dine Sûriyê da ku bi vî awayî bigihe zêdetirîn dahatê ku bikare pêşî ji herifîna aboriya xwe bigre.

Niha Sûriye bûye cihê bazirganî û berhemanîna wan core hebên hişber û bo welatên din jî dişîne.

Rejîma Sûriyê di danûstandina qaçax a wan heban de zêdetir ji çendîn milyon Dolar bi dest ve tîne.

Rejîma Sûriye bo leşkeriyên xwe jî mifahê ji wan heban werdigre.