Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Tehranê dest di sîxorîkirina saybirî de heye

18:30 - 28 Tîrmeh (Temûz) 2018

Kurdistanmedia: Navenda Zanyariyan ya Amerîkayê daye xuyakirin ku, ji bilî welatê Çîn û Rûsiyayê, rejîma Îranê jî di warê sîxorîkirina saybirî de çalakiyan dike.

Li gorî rapora Navenda Zanyariyan ya Amerîkayê, rejîma Îran, Çîn û Rûsiya di warê sîxorîkirina saybirî de çalak in, û rejîma Tehranê jî di vê hewlê de ye, heta ku bi dizîna zanyariyên nepenî (veşartî) yên welatan, hêza xwe di warên çalakiyên bazerganî , leşkerî û esmanî de bihêztir bikin.

Di nûtirîn rapora Navenda Zanyariyan ya Amerîkayê de, 3 welatên weke Çîn, Rûsiya û Îranê bi encama çalakiyên saybirî, bi armanca destpêragihîştina bi zanyariyên nepenî (veşartî) yên kesayetiyan û herwisa Navendên Amerîkayê hatine tometbarkirin.

Li gorî rapora nûçegihaniya “Associet Press”ê welatê Çînê zêdetir li pey   zanyariyên pîşeyî û endazyarî, pêwendiyan û zanist û taktîkên esmanî de ye, û hekêrên Rûsî jî kompaniyên enirjiyê yên Amerîkayê dikin armanc, û hekêrên Îranê jî  li pey zanyariyan ji bo tewawkirina pirojeyên mûşekî yên esmanî yên xwe de ne.

Her di vê derheqê de, Navenda Zanyariyan ya Amerîkayê daye xuyakirin ku: “Sîxorîkirin li ser kerta aborî  û pîşeyî gellek metirsîdar e, û gefeke micid û berdewam e li ser siyasetên Amerîkayê.

Li gorî vê raporê hekêrên rejîma Îranê, bi êrîşkirina bo ser malper û kompaniyayên hewafeza yên Amerîkayê, di hewla vê de ne, da ku kêmasiyên xwe di warê zanyariyên nû de çareser bikin.