Wezîrê Hundir ê rejîma Îranê “Ehmed Wehîdî” îdia dike ku partiyên opozisiyonên Kurd ên dijberê rejîmê mezintirîn derbe bi Kurdan xistine û îdia kiriye ku Amerîka û Îsraîl piştevaniya wan dikin.
Wezîrê Hundir ê rejîma Îranê “Ehmed Wehîdî” di rêûresma nasandina parêzgarê nû yê Sineyê de îdia kiriye: “Di her cihekê de nearamî hebe geşekirin radiweste, lewma dujminan tim hewl dane aramiya parêzgehê aloz bikin”.
Gotinên wî berpirsê rejîam Îranê di halekê de ye ku zêdetirîn amara kuştîna xelkê medenî, binçavkirin, îdam, îşkenceyên hovane di wê parêzgehê de hene û bi 100an pîlanên kirêt bo têkdana ewlehiya xelkê ji aliyê rejîma Îranê ve li parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê hatine birêvebirin û rejîma Îranê bi çekên giran û sivik û komkuj çendîn sal e Kurdan dikuje û sedema tevahiya wan neramiyan rejîma Îranê ye.
Rejîma Îranê gelek hewlan dide ku Partiyên Kurdan bi awayekî li ber çavê xelkê sivik bike û bi qasekî ji Partiyên Kurdan û pêgeha wan li Kurdistanê tirsiyaye ku bûdceyeke zêde terxan kiriye û planên cur bi cur û rêkxistinkirî li hemû aliyan li dijî wan bi rê ve dibe, lê seha netewî li Rojhilatê Kurdistanê de gelek bihêztir ji vê yekê ye ku xelkê Rojhilatê Kurdistanê bi axavtinê terorîstekê bêne xapandin.