
Caş û besîcên rejîm li deverên Mihabad, Miyanduwav û Bokanê bi çek û çol û maşînan di wan deveran digerin û ev der milîtarîze kirine.
Pêka çavkaniyekê ku bi malpera “Kurdistanmedia”yê re ragihandiye, caş û besîcên rejîmê li navçeyên derdorên Mihabad, Miyanduwav û Bokanê di haletên hereketê de ne û şevane di wan navçeyane digerin û xelkê wan deran azar û eziyet dikin.
Wê çavkaniyê daye zanîn, rejîmê bi wan caş û besîcane re ragihandiye, li hegera dîtina her çekdareke nenas, teqeyê ji wan bikin û ev ser bi Îsraîlê ne û bo kiryarên xirabkarane têne şandin.
Her pêka wê çavkaniyê, rejîmê tev binkên xwe yên leşkerî û hawarhatina tendirustî û yên din xistiye haletê amdebaşiyê û ragihandiye, ku di çend rojên bê de bernameyeke girîng bi destê wan e.