Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîmê bi hemî cehda xwe ve givaş xistiye ser Sîsêrê

12:41 - 22 Adar 2021

Zêdebarî rewşekî tunde ewlehî ji aliyê rejîmê ve bo ser gundê Sîsêr a bajarê Serdeştê, heta ku berahîka birê ve çuna cêjna Newrozê bigre, xelkê Sîsêrê bi kom bûnên xwe û dana dirûşmên netewî û Newrozane, li ber wan hêzên tepeserkar re hatin û çon dikirin û hêza dijmin nekarî gelê me çavtirsandî bike.

Rejîmê her li serê sibe zûya roja 21ê Adarê, sedan hêzên dijîgeliye xwe danane nava gund û rêkên hatin û çona bo gund girtin.

Rejîmê bi armanca qut kirina peywendiya xelkê gundê Sîsêrê di gel cihên dinê, Telefun, Înternêt qut kirin û şewê jî Berqa gund qut kirin.

Hezên tepeserkare rejîmê cehd dikirin berahîka heçî cure kombûnekî xelkê bigrin û bi tewawî gund milîtarîze kiribûn.

Xelkê welatparêze Sîsêrê ku baga beşdarî kirina di cêjna Newrozê ku bo xelkê hemî nawçên Serdeşê hinartibûn, dema ku zanîn rejîm nahêle xelê derwe biçe nava Sîsêrê, hebxwe bi îradeyekî yêkgirtiane keç û kurên evîndarên azadiyê, dîwarê xofa rejîmê herifandin û dest dane destê hev û bi dana dirûşma , guhê hêzên rejîmê ker kirin, û cêjna xwe ya Newrozê û pêşwazî ji sala nu pîroz kirin.