
Rejîma Îranê li çendîn bajarên Rojhilatê Kurdistanê înternêt qut kiriye ku hêj armanc û sedema wî karê rejîmê xuya nebûne.
Ji Roja Pêncşemî 3ê Kanûna Paşîn ve heta roja Şemiyê, li çendîn bajarên Rojhilatê Kurdistanê li parêzgehên Sine û Urmiye înternet qut bûye yan rastî pirskirêkan û daketina lezgîniya yekcarî hatiye, herwisa li parêzgeha Hemedanê jî li bajarên “Nehawend û Melayir”ê jî pirgkirêka qutbûna înternetê hebûye.
Qutbûna înternêta mobaylan li parêzgeha Sinê ji roja Pêncşemiyê ve dest pêkiriye û heta roja Şemiyê jî ew pirsgirêk berdewam e, herwisa li bajarê Selmasê jî înternêt qut bûye.
Heta niha ti zaniyariyek li ser sedem û hegerên qutbûn û daketina lezgîniya înternetê ji aliyê rejîma Îranê ve nehatiye ragihandin, lê renge bi zanebûn ew înternet hatibine qutkirin.
Rejîma Îranê gelek caran ku alozî dikeve Îranê înternetê qut dike an lezgîniya wê heta astekê kêm dike ku nayê bikaranîn.