
Kurdistanmedia: Rejîma Îranê êdî bi çi awayekê nikare asta dijayetiya xelkê digel desthilata xwe weşêre.
Rejîmê piştî xwenîşandana xelkê Îranê, bi mebesta piropagende û piştîwanî ji xwe, daxwaz ji alîgirên xwe kir ku meşekê birêve bibin.
Rejîmê bona berfireh nîşandana vê meşê, hewara xwe bo hemû rêkekê biribû, wekî bi dana puanan bi karbidestên xwe re, bi zorî birina dersxwanên dibistanan, danana sedan otobêsan bo evê ku li bajarên derdorê xelkê bibin, û bi dana soza xwarin û cihê manê, gazî kirina hemû hêzên çekdar ên xwe û zaf rêkên din, karî meşekê birêvebibe.
Lê hemû hêvî û dilxweşiya rejîmê bûne bilqên ser avê û haya xwe bûn ku ev cure meşane jî derfetên mezizin, da ku xelk bêzariya xwe ji rejîmê re bide xûyakirin.
Di nav wê meşê de, dehan pilakardên ku siloganên li dijî rejîmê li ser hatibûne nivîsîn, di nav xwenîşanderan de hatibûne bilindkirin.
Ew siloganên ku li dijî rejîmê bi qasekê bûn ku êdî demûdezgehên ragihandin yên rejîmê jî nekarîn weşêrin.
Di weşana zindî ya televîzyona rejîmê de, ew siloganane li dijî rejîmê hatine belavkirin.
Ew yeke jî bû hegera nerizayetiya parek ji desthilatdarên rejîmê, û daxaza ceza dana karbidestên deng û rengê rejîmê kirine.