Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîmê di Torên civakî de jî Hicab kire destê zorê

12:49 - 19 Gulan 2020

Polîsê  FTA ya rejîma Îranê ragihan ku niha pêde hicab dibe li ser Torên cvivakî jî bête berçavgirtin.

Gorî biryara Hêzên Polîs ên rejîmê, niha pêde tu kesî heq tunîne ku Wêne û Fîlmê xwe yê bê Hicab danête ser Înstgram ê û hekî Hicabê berçav negrin , dê bêne naskirin û bêne cezadanê.

Ramîn Paşayî cêgirê Polîsê FTA ya rejîmê ragihand: Hicab bo Îraniyan destê zorê , anku icbariye û heçî kesê Pora xwe nepeçêve, dê bête cezadanê.

Polîsê tepeserkare rejîma Îranê ragihand ku 320 kes ji çalakên ser Instgramê hatine destbiserkirin.

Rejîmê ragihandiye ku kesên pora xwe napeçêvin, dibne sebebê têkdana rewşa civakî û belav kirina wêneyên serqot xetaye û dibe ev kes bête cezadan.

Rejîma Paremayî ye Komara Îslamî, bi dirêjiya temenê xwe yê dîktatorane de, berdewam cehd kiriye ku hemî azadiyekê ji xelkê qedexe biket.

Îrana beêlalêdayî niha bi hegera vê rejîmê ve tûşî dehan felaket û roj reşiyê bûye, ku çi rejîm niha jî lewaziya hêza deshilata xwe, di xûya kirina Pirça keç û jinên îranê de dibîne.