Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîmê di Urmiyê de karî parek ji xelkê bixapîne

12:24 - 22 Şibat 2020

Rejîma Îslamiya Îranê ku maka fitne û çêkirina netebayî yê ye, mixabin di pîlana xwe de bona çêkirina hesasiyet û mezin kirina kêşa Kurd û azeriyan, karî parek ji xelkê bikêşe ser sindûqan.

Roja 2 yê Reşemê her li Demjimêra despêka birêweçûna şanogeriya meclisê de, bi alîkariya demûdezgehên rejîmê û dabînkirina îmkanên hatûçunê bo azeriyan, bi dehan hezar azerî li bajarên Tewrêz, Erdebîl, û yên dinêre, pê Utubûsan Azerî dikêşandine Urmiyê daku liwê Deng bidin.

Çi yêk ji binkên deng wergirtinê dejî negotne wan kesên hawirde, ku hun xelkê urmiyê ninin û dibî biçne cih û Bajarê xwe deng bidin.

Rejîmê Azerî wisa têgahandibûn ku hekî Berbijêrên Kurd di Urmiyê de deng bînin, ewa Urmiye dibe ya Kurdan, lewma parek ji Azeriya wek ewê ku hatine Urmiyê rizgar bikin, ji bajarên dine re êrîş kirne ser sindûqan.

Ewajî di demekê de bû ku hemi xelkê Îranê û bi taybetî Grlê Kurd biryara Baykota hilbijartinê dabû.

Pîlana rejîmê bo beşdariya zêdeye xelkê, hinde bandor danabû ser Azeriyan ku ji bîra wan çobû ewa refrandoma diyarî kirina urmiyê nine, ger Rojekê derfeta Azad hebe bo deng wergirtina ewê ku kanê Urmiye xaka Kêye û serbi kêye, hinge dê xûyabe ku rêja beşdariya dengan dê Çawan be.