Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîmê givaş xistiye ser xelkê gundê Başlaxê

18:17 - 21 Îlon 2021

Di heyama çend rojên derbasbûyî de hêzên ser bi rejîma Îranê li gundê “Başlax”ê  ser bi bajarê “Dîwandere”yê êrîş kirine ser çend maşînên kasibkaran û dixwastin ku barên wan ji wan bistînin lê rastî rêgiriya xelkê wî gundî hatin.

Xelkê gundê “Başlax”ê li hember hêzên rejîma rawestan û beşek ji bar û tiştên wan kasibkran ji dest hêzên rejîmê derxistin.

Hêzên rejîmê ji ew helwîsta xelkê dîtin girte vîdiyo ji piştevaniya xelkê ji kasibkaran hilgirtin û radestî dadgeha bajarê Dîwanderê kirin.

Dadgeha bajarê “Dîwander”ê li ser şikayeta pasgaha “Zerîneya Hewetû” li roja Yekşemî 28ê Xermananê çend kes ên xelkê gundê “Başlax”ê banghêj kirin û piştî lêpêçînê ew azad kirin.