
Di çend rojên derbasbûyî de, rejîmê bi hêceta wergirtina bac û maliyatê givaşekî zêde xistiye ser Dukandar û firoşyaran û bi sepandina bacekî zêde, û wergirtina wê bacê, jiyan ji xelkê tal kiriye.
Gorî nûçe û zaniyariyên ku ji bajarê Urmiyê ve li ser torên civakî hatine belavkirin, di heyamê hefteya derbas bûyî de, me`emûrên îdara maliyat û ewarizê, li bajarê Urmiyê de belgên wergirtina bacê dane Dukandaran û firoşyaran, ku ew ewariz û baca ku di belgê de bo wan hatiye, diravekî xeyaliye û çi yek ji Dukandaran şiyana dana wê maliyatê çinînin.
Bo hinek Dukan û Sopermarkêtên biçuk 100 milyon maliyat hatiye ku dibe bidne rejîmê.
Parek ji xwediyê Dukan û sopermarkêtan ku li hember wê daxwaz û talana rejîmê de nerizayetî dane xûya kirin, Îdara ewariza rejîmê dukanên wan plom kirine .
Naha di demekê de ku rewşa aburiya welat vêrane, bê karî û bihatî û belengazî di Îran ê de bêdadiyê dike, kar û Firoşa Dukandaran wê pêkê, %80 kêm kiriye, rejîm jî têt bac û maliyat û ewarizekî hankî xeyalî bi ser xelkê de disepîne û bê guman ew perê ku bi zorî ji gevriya xelkê Îranê dikêşe, tenê Tumenek jî bo xizmet bi xelkê nine, belkî hemî bo paxel û berîka deshilatdaran û girûpên terorîstî li welatên dinê ye.