Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîmê hemî cihek kiriye goristana bo miriyên Korona yê

13:20 - 4 Nîsan 2020

Di demekê de ku rojane hejmara Miriyan bi sedema Vîrûsa Korona yê zêdetir dibin û pêka wan amarên ku rejîm hebxwe radigehîne, rojane sedan kes bi wê hegerê canê xwe ji dest didin, rejîm kidera ber dikeve cinazê miriyan têde çal dikie.

Çal kirina li her deriye cinazên miriyan jî, bûye cihê nîgeraniya xelkê.

Her di vê derheqê de dema ku rejîmê dixwast cinazê miriyek yan çend miriyan di Îslamabadê çal bike, ew yêke bû sedema nerizayetiya xelkê wê taxê.

Rejîmê dixwast di nawa erdên betale pişta Malan cinazan weşêre, lê xelkê wê taxa Îslamabadê dest kirne nerizayetiyê.

Cinazê wan kesên ku bi sedema Korona yê canê xwe ji dest didin, gelek cihê tirsê ye û egera hindê heye ku bibe sedema belaw bûna çendîn nexweşiyên dinê jî.

Her lewmaye ku piraniya xelkê li wê derbarê de nîgeraninin.

Her kîdera ber rejîmê dikewe, weke qiraxa bajaran, qiraxa rêkan, nawa zewiyên çandiniyê , di nawa rez û baxan, cinazê miriyan dibe û wan deran diweşêre.