Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîmê lawekî nesax kuştiye û îdîa dike ku serkirdê girûpekî dijberî xwe kuştiye

11:09 - 23 Çirriya pêşîn 2021

Îdiaya bê bingeh û direva wezareta îtla`ata rejîmê ku heyamekê berî niha ragihandibû ku di emelyatekî serkevtiyaneda karîne serkirdê girûpekî dijberî rejîmê bikujin, eşkere bû ku rejîmê lawekî nesaxê derûnî kuştiye.

Destpêka meha Xezelwera îsal, wezareta Îtla`ata rejîmê nûçeya emelyatekî serkevtiyane belavkir ku serbazên bê nav û nîşane Îmamê zeman karîne girûpekî terorîstî bi temamî ji nav bibin û serkirdê wê girûpê jî bikujin û pîlanêt xirabkarane bi dijî nizamê pûç bikin.

Wezareta Îtla`ata rejîmê bi belavkirina wê nûçeyê û bi armanca qehreman saziya hêzê xwe, dixwast xelkê pê bixapîne û hêza xwe bide xuyakirin.

Piştî heyamekê eşkere bû ku di wê emelyata ku rejîmê bas kir, karîne lawekê bi navê Mihemed Husêynpûr naskirî bi duktor Sayan kuştine.

Duktor Sayan piştî tewaw kirina xwendina xwe ya bilind û bidestve anîna pileya Duktora yê, restî nesaxiya hundirî bû û çol û çiyayan kevt.

Duktor Sayan xwe bi Îmamê Zeman dida zanîn û digot ku dê cîhanê rizgar bike.

Ew lawê nesax û netewaw li hişê xwe de, hinek caran xwe dikire Îmamê Zeman, hinek caran dibû Comong, û hinek caran xwe dikire biroslî, hemî kesê jî dizanî nesaxe û tu zererek jî bo kesê tune bû , lewma keya gelek xelkê jê dihat.

Niha piştî mehekê ji derbas bûna wê îdiaya Îtla`ata rejîmê ku goya serkirdê girûpekî dijberî rejîmê kuştiye, eşkere bû ku ew kesê ku rejîmê kuştî, ne terorîst û ne serkirdê girûpekî dijberî rejîmê bûye, belkî ew lawekî dîn û netewaw li hişê xwe de bû ku kevtibû çol û çiya.