
Spaha Pastaran a terorîst gundên Belûçan li Zahidanê bi Lodêr û Bordizêlan malên xelkê belengaz bi ser wan de xirab dike.
Roja 7ê Kanûna Pêşîn a 2020an, demjimêr 3ê nîveşevê, hêzên Spaha Pastaran bi Lodêr û Bordizêlan kevtine nav gundê “Siyadek” li qiraxa bajarê Zahidanê û bi gef û zorê û li wê demsala sir û seqemê de, xelk ji malên wan derxistin û dest avêtine bi xirabkirin û herifandina xaniyên wan.
Hêzên dijî gel yên Spahê heta derfet û îzn nedane xelkê gundê Siyadekê ku bikarin tiştên nav mala xwe jî derxînin.
Xelkê rojreş û bêpar yên wê herêmê û gundê “Siyadek”ê, ku destkurt û belengaz in, gelek bi zehmet û dijwarî karîbûn serpenah û êvirgehekê bo xwe çêbikin, lê niha Spaha Pasdaran a terorîst bi vê sanahiyê malên wan xirab kirin.
Rejîm û Spaha terorîst ku bi kîsê xelkê rojreş ên Îranê bo xelkê Felistîn û Lubnan û Yemen û…hwd, xanî û malan çêdike, lê malên xelkê Îranê bi ser wan de diherifîne.