Pasdarê terorîst “Mihemedsadiq Mu`temidiyan” ku bi dirêjahiya deshilata rejîmê, dest ji çi cinayet û tepeseriya xelkê neparastiye, bi fermana “Îbrahîm Re`îsî” Serkomarê rejîmê, wekî Parêzgarê parêzgeha Urmiyê hate diyarîkirin.
Ew morê rejîmê ku xelkê Kirmanşanê ye, heya niha bo parastina wê rejîmê dest ji çi cinayetekê neparastiye, bi dirêjiya deshilata reş a rejîmê, berdewam pile û berpirsayetiyên ewlehî hebûye.
“Mihemedsadiq Mu`temidiyan”, berê Parêzgarê Xurasana Başûr û herwisa Xurasana Rezewî bûye.
Ew berê Berpirsê Îtila`ata Parêzgeha Îlamê, Cihgirê Îtila`ata parêzgeha Sineyê, Cihgirê Îtila`ata parêzgeha Urmiyê, Berpirsê Navenda Lêkolîna Çandî û Ewlehiya rejîmê li parêzgehên Sine û Urmiyê li Rojhilatê Kurdistanê bûye û herwisa ew Wezîrê Pîşe û Kangah bûye û çendîn caran wekî morê herî wefadar bi rejîmê û serkevtî li erkê ku pê hatiye spartin, ji aliyê rejîmê ve hatiye xelatkirin.
Ew morê rejîmê bo berijewendiya xelkê Urmiyê û Kurdan nehtiye diyarîkirin, belkî rejîm dixwaze bi danîna kesekî wiha, cinayet û tepeseriya Kurdan û çêkirina alozî û tevdaniya di navbera xelkê Urmiyê de ji rêya Kurdekî dijîgel û girêdayê xwe ve cî bi cî bike.