Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîmê nehêla festîvala Sîlwana bi rê ve here

11:39 - 11 Gulan 2022

Festîvala Sîlwanayê ku biryar bû li 21`ê Banemera 1401`an a Roj bê destpêkirin, lê Îtilaata Spaha Pasdaran a terorîst li bajarê Urmiyê hem serpereştê festîvalê û hem jî çendîn sergirûpên komên dîlanên Kurdî gazî kiriye û gef li wan xwariye.

Hatiye zanîn ku rohn nîne çima Îtila`ata Spahê nehêlaya ew festîvale bi rê ve here û bi bê çi agehdarkirinekê, serpereştê festîvalê û sergirûpên komên govendê li bajarê Urmiyê gazî kiriye bo wê îdareyê û ji wan re daye zanîn ku divê ew festîvale bê hilûşandin.

Tevî vê ku kar û barê wê festîvalê bi awayek yasayî hatibû kirin, lê Spaha Pasdaran a terorîst wek hemû carekê li kombûnên Kurdan û festîvalên Kurdan ditirse û ew yeka hilûşand.

Pêncemîn Festîvala Sîlwana ku biryar bû li 21`ê Banemerê heta 23`ê Banemerê li gundê Rajana ser bi devera Sîlwanaya Urmiyê bi rê ve biçûba û di wê ferstîvalê de lîstokên folklorî, dilan û govend hin nimayişên din tê de bihatibana kirin.