Kurdistanmedia: Serbarê gefên rêjîmê, agirê rêûresima Çarşemiya dawiya salê(Çarşemî sorî) bo pêşwazîkirin li Newrozê, di piraniya deverên Rojhilata Kurdistanê de hate hilkirin.
Êvariya Sêşemî li ser Çarşemî, li piraniya gund û bajar û deverên Îran û Rojhilatê Kurdistanê, peşqelên agir bilind bûn, û xelk li dewra agir kombûn û destbi govend û şahiyê kirin.
Di rojhilata Kurdistanê, her li bajar û devera Xoyî û Makûyê bigire heya digîje bajar û deverên Îlam û Kirmaşanê, bervajiyê pirupagende û givaşên rêjîmê, gellek bi berfirehî rêûresim hatin lidarxistin.
Pêka wan nuçeyên kû gihîştine malpera “Kurdistanmedia”yê, roja derbasbûyî xelkê di meydan û kolanan de, agirê Çarşemiyaa dawiya salê hilkirin, û hêzên tepeserkar yên rêjîmê jî gellek cihan ku hewl dabûn berahîka hilkirina agir û şadiya xelkê bigirin, lê,nekarîn berengarî girseya xelkê bin.
Di bajarên Urmiye, Pîranşehr, Merîwan, Mehabad, Serdeşt, Bokan, Kirmaşan, Dîwandere, Ciwanro, Sine, Seqiz, Selmas, û piraniya bajaran de, xelk ber bi pêşwaziya sersala nû çûn.
Di hemi wan rêûresiman de, xêncî hilkirina agir û lidarxistina govend û şadiyê, eva ku zêdetir berq dida û xuyabû, lixwekirina kincê xemilandiyên kurdî, bi taybetî kincê jinan bi rengê Hewrî û li ustê xwe kirina cemedanî û kincê mêran yê rengê Gevir ankû xakî bû.
Herwisa xelkê bi belavkirina şîrîniyan ev roj li yektir pîroz dikirin.
Herwisa xelkê silogan diqîriyan û bi hênceta destpêkirina weşana “Tishk Tv” pîrozbahî ji hevdû dikirin.
Gellek cihan bi taybet li çendîn dewerên bajarê Urmiyê, xelkê teqeya keyfxweşiyê kirin.