Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîmê pêşî ji bi rê ve birina Konserta girûpa Nûdemê girt

11:55 - 19 Tebax 2019

Kurdistanmedia: Rejîma Îslamî a Îranê pêşî li bi rê ve birina Konserta girûpa mûzîkê ya Kurdî ya bi navê Koma Nûdemê di bajarê Selmasê de girt.

Girûpa mûzîkî ya koma Nûdem di heyama çend rojên derbasbûyî de amadekariyên xwe kiribûn ku konserteke mûzîkî li bjarê Selmasê lidar bixîne, lê duh ku çend demjimêr mabûn bo konsertê, rejîma Îslamî pêşî lidar xistina konsertê girt û nehêla bi rê ve biçe.

Girûpa mûzîkê ya Nûdem li ser rûpela xwe ya Înstegramê belavkiriye, ji ber ku jin amûrên mûzîkê lê dixin û rejîmê bi vê sedemê pêşî ji konserta wan girt, û ji wan xwestine li cihê wan Jinan Mêran dabinin, û jibo wê Konserta wan bi rê ve naçû.

Ev yekemîn car bû ku îzin dadûn girûpeke mûzîkê ya Kurdî di bajarê Selmasê de konsertê bi rê ve bibin û wezareta Ferheng û Îrşad a wî bajarî konserta wî girûpa Kurdî hilweşandiye.

Koma Nûdem ew çend heftebûn li ser hesabê xwe tirakit belavkiribûn û reklama konserta xwe kiribûn.

rejîmê di demekê de ew kiryare encamda ku, ew girûpe û hezaran girûpên din ên mûzîkî di bajarê Urmiyê û di seranserê Îranê de, mifah li jinyarên keç vergirtine.