
Kurdistanmedia: Rejîma Çewtekar a Îranê heta bo birina cenazê Pasdarên ku hatine kuştin çewtekarî kir û tabûtên betal bo Ehwaz û Meşhedê şand.
Pêka zaniyariyên hûr û vidiyoyek ku gihîştiye destê malpera “Kurdistanmedia”yê, berpirsên rejîmê tabûtên Pasdarên kuştî, Qasim Silêmanî û kesên din bi betalî siwarê maşîn kirine û tabûtên betal şandine bo bajarê Ehwaz û di wir de jî bo bajarê Meşhedê şandine.
Pêka wan zaniyariyan, rejîma Îranê xelkê diyarîkirî û destnîşankirî bi zorî şandine merasima pêşwazî ji tabûtên betal.
Pêka zaniyariyên hûr, tîma taybet a Spaha Gudis, cenazeyê Pasdarên kuştî bi balafireke taybet li Bexdayê siwar kirine û li Taranê jî danîne xwarê.
Pêka vidiyoyekê ku gihîştiye malpera “Kurdiastanmedia”yê, cenazeyê Qasim Silêmanî, Ebû Mehdî Mihendis, Husên Ceifer Niya, Hadî Tarimî, Wehîd Zemaniyan û Şeherud Mizefer Niya, bi balafirekê digel tîma taybet a Spaha Gudis rastevxwe li Bexdayê şandine Tehranê.