Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîmê teqîna li Biryargeha Malk Eşter ya Spahê pejrand

12:16 - 9 Tîrmeh (Temûz) 2022

Îsmaîl Koserî binav nûner li meclisa rejîmê de, û fermanderê berê yê Spaha Pasdaran teqîna roja Sêşemî ya li Biryargeha Malk Eşter ya li Tehranê pejirand.

Roja Sêşemî 5`ê Tîrmehê di dema şevê de li Biryargeha Malk Eşter ya li bakûrê rojhilatê Tehranê nêzî rêya Aheng de, du teqîn pêk hatin, lê li derheq zirarên malî û canî yên vê teqînê de, ti zanyariyek nehat belavkirin.

Îsmaîl Kuserî binav nûnerê mecilsê yê rejîmê bi pejrandina wan herdu teqînan, ev tiştek piçûk nîşan da, li halekê de hêza teqînan bi qasekî bûye ku deng û agirê vê li seranserê Tehranê hatibû bihîstin.

Erêkirina wan herdu teqînan di halekê de ne ku, roja Sêşemî 5`ê Tîrmehê piştî rûdana teqînan, malpera “Xeber online” ya girêdayî rejîmê ev yek red kiribû û goitbû ev tenê du bombeyên dest çêkirî bûne.

Piştî teqînê “Saziya Micahidînê Xeliq” ev teqîn girtine bi stûyê xwe, û herwisa “Saziya Micahidînê Xeliq” di heyama mehên derbasbûyî de çalakiyên xwe yên li hundrî Îranê de berfireh kirine û nûtirîn çalakiya vê saziyê, roja Yekşemî 3`ê Tîrmahê hekkirina malperên saziya Çand û Peywendiyên Îslamî yên rejîmê bûye.