Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêkên hatoçû nê Kurdisanê ji aliyê xelkê ve têne vekirin

10:46 - 19 Kanûna Paşîn 2020

Kurdistanmedia: Bi hegera barîna befrê li Kurdistanê, piraniya rêkên gundan hatine girtin, lê bi cihê ku navendên havarhatinê yên rejîmê wan rêkan vebikin, berevajî xelkê wan deveran bixwe divekin.

Di heyama wan rojan de, hinek cihên parêzgeha Urmiyê befireke zaf bariye û bi wê sedemê rêkên zaf gund û deveran hatine girtin, û rejîm jî ti emirazên rê paqijkirinê bona vekirina rêkan naşîne.

Xelkên piraniya gundên deverên bajrê Urmiyê yên wekî, Soma û Biradost, Mirgewer û Tirgewer, Şipîran û li deverên bajarê Serdeşt û Pîranşehr, Xoy û Makû, Çaldiran û gelek deverên din çavnihêrê paqijkirina rêkan ji aliyê rejîmê ve nebûn, û her bi xwe dest avêtên bi vekirina rêkan.

Rejîm tenê giringiyê dide rêkên serke, lê qet girîngiyê nade rêkên gundan û piştî çend rojan navanedên havarhatinê ên rejîmê bo paqijkirinê dest bikar dibin.